Abdullah Tel
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Pêşbirkên rovanşê yên nîve fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê wê sibê bên lîstin.
Tîmên ku wê di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê da cih bigirin piştî pêşbirkên rovanşê yên nîve fînalê wê eşkere bibin. Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê da pêşbirkên nîve fînalê sibê li gor saeta Tirkiyeyê di 22.05an da wê dest pê bikin.
Nûnerê Spanyayê Atletico Madrid a ku di pêşbirka ewil da bi Arsenal a tîma Îngilistanê ra 1 û 1 beramber ma wê ji bo pêşbirka rovanşê reqîbê xwe li Stada Metropolitanoyê biezimîne.
Tîma Fransayê Olympique Marsilyaya ku di pêşbirka ewil da 2 û 0 bi ser ketibû û xwedî avantaj e jî wê bibe mêvanê Salzburg a nûnerê Awistiryayê.
Fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê jî di 16ê gulanê da wê li Lyona bajarê Fransayê bê lîstin.