Haydar Şahin
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
KASPIYSK
Di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ya ku li Komara Xweser a Daxistanê ya Federasyona Rûsyayê hat lidarxistin da Riza Kayaalp di stîl grekoromena 130 kîloyî da bû xwediyê madalyaya zêrîn.
Di roja 2yan a şampiyonaya li bajarê Kaspiyskê da Rizayê pelewanê neteweyî di stîl grekoromena 130 kîloyî da bi Vitalîî Shchurê pelewanê Ûris ra derket hemberî hev. Pelewanê neteweyî di şampiyonayên Ewropayê da li ser hev 9 caran derkete ser mîndera gulaşê.
Di roja dawîn a gulaşê ya li Salona Sporê ya Elî Eliyev da pelewanê Ûris 1-0 li pêşiyê ket lêbelê Riza 2-1 jê bir û şampiyontî bi destê reqîbên xwe ra berneda.
Riza Kayaalpê ku di olîmpiyadê da jî di rêza 2yan da cî girtibû di gulaşa ewil a li Daxistanê da Balint Lamê Macar 9-0 bi tuşê avêtibû erdê û derketibû fînala çaryek.
Riza di fînala çaryek da jî 5-0 ji Georgi Chugoshviliyê ji Belarûsê biribû û di nîvefînalê da jî 4-0 ji Alin Alexuc Ciurariuyê Rûmen biribû.
Di kîloya Kayaalp da madalyayên din jî Alin Alexuc Ciurariuyê Rûmen û Kajaîayê jê ra dibêjin Gurcî sitandin.