Ji bo Alîkariya Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê Metîn Mutanoglu û Mustafa Ozkaya hatin wezîfedarkirin.
Bi îmzeya Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Şenol Kazanci ve Alîkarên Midûrê Giştî Ebubekir Şahin û Omer Ekşî wek şêwirmendên midûrê giştî hatin wezîfedarkirin. Li şûna wan jî kesên nû hatin wezîfedarkirin.
Ji bo Rêvebiriya Weşana Giştî û Alîkariya Midûrê Giştî Metîn Mutanoglu, ji bo karên malî û îdarî û Alîkariya Midûrê Giştî jî Mustafa Ozkaya hat wezîfedarkirin.
- Metîn Mutanoglu
Metîn Mutanogluyê ku ji Erziromê ye, bi awayekî profesyonel di televizyona Kanal 7an de, di beşa Nûçeyên Derve de dest wezîfeya xwe kir. Mutanoglu pişt re di beşa Nûçeyên Derve ya SKY Turkê de xebitî.
Mutanoglu di televizyona TV5an de jî wek midûrê nûçeyan xebitî. Di rojnameya Yenî Şafakê de jî edîtoriya nûçeyên derve kir. Di televizyona TVNETê de wek midûrê nûçeyan wezîfe kir. Herî dawîn di televizyona Al Jazeera Turkê de wek alîkarê midûrê nûçeyan xebitî. Mutanoglu zewiciye û bavê du zarokan e. Zimanê îngilizî û erebî dizane.
- Mustafa Ozkaya
Mustafa Ozkaya di 1970an de li Stenbolê hat dinyayê. Ozkaya perwerdeya xwe li Zanîngeha Îslamê ya Navneteweyî ya Îslamabadê di beşa Hiqûqa Îslamê û Hiqûqa Ingilîzî ya Berawirdkirî de temam kir. Li Zanîngeha Sakaryayê lîsansa bilind kir. Di çend rêxistinên civakî yên sîvîl yên navneteweyî de kordînatoriya karên derve û kordinatoriya giştî kir.
Ozkaya di sala 2004an de di televizyona TV5an de bi bernameya "Perspektîf" ve dest bi pêşkeşvaniya nûçeyan kir. Di sala 2007an de di TVNETê de Midûriya Bernameyan kir. Ji sala 2011an vir ve di televizyona Al Jazeera Turkê de Dîrektoriya Bernameyan dikir. Ozkaya zewiciye û bavê sê zarokan e. Ozkaya ingilizî, erebî, farisî û urdukî dizane.