31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
ANKARA
Hat ragihandin di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 3820 terorîst hatine berterefkirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya 20ê Rêbendanê li herêma Efrînê dijî hedefên terorê dest pê kir, dewam dike.
Li gor agahiyan hat ragihandin di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 3820 terorîst hatine berterefkirin.
Hat destnîşankirin ji destpêkê heta niha di operasyonê da 52 esker şehîd ketin û 229 esker jî birîndar bûn.
Li Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê 18ê Adarê kontrol kir xebatên lêgerîn û îmhekirina teqemeniyan dewam dikin.
Li gor agahiyan di operasyonê da 95 jê li navenda Efrînê 86 mayîn û 647 teqemenî hatin îmhekirin.