Lale Köklü Karagöz
15 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2021
Waliyê Hatayê Rahmî Dogan diyar kir, li Efrînê hejmara cesedên ji komgorê hatin derxistin 68 e ku li herêma ku berî Herekata Çiqlê Zeytûnê di kontrola terorîstên YPG/PKKyî da bû hat dîtin.
Dogan piştî ziyareta Şehîdgeha Antakyayê daxuyanî da rojnamegeran û da bibîrxistin ku duh li ser îxbarê di çavdêriya polês û dozgerê herêmî da komgorek hat dîtin.
Dogan bal kişand ku ev yek sûcê dijî mirovahiyê ye û wiha got:
"Car carî derdikeve holê ka rêxistina terorê YPG/PKK sûcên çawa dike. Me duh jimar eşkere kiribû, 35 bû. Lêbelê ji serê sibehê pê va jimar derket 68ê û xebat hê jî berdewam e. Çend roj berê Herekata Efrînê ya Dewleta Komara Tirkiyeyê li Efrînê qederek însanên sivîl bi destê rêxistina terorê YPG/PKKyê hatine qetilkirin. Ev însanên qetilkirî, li taxên perên Efrînê di merzelên ku bi kepçe û dozeran hatine kolandin, hatine çalkirin. Duh li ser îxbarê xebat hat kirin."