10 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
VAN
Ji 33 şikbarên ku di operasyona navenda wê Wan bû û li 10 bajaran li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin da hatibûn binçavkirin 24 kes hatin girtin.
Di kordinasyona Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da li Wan, Kocaelî, Antalya, Stenbol, Şanliurfa, Şirnex, Hekarî, Adiyeman, Batman û Diyarbekirê operasyon birin ser rêxistina terorê. Di operasyonê da 33 kes hatin binçavkirin û karûbarên wan ên fermî hatin temamkirin.
Şikbar sewqî edliyeya Gurpinara navçeya Wanê kirin, dadgehê der heqê 24 kesan da biryara girtinê da û 9 kes jî bi şertê kontrola edlî berda.
Di operasyona ku navenda wê Wan bû û di 6ê adarê da li 10 bajaran hatibû kirin da debançeyeke qesdî û yeka rastî, 74 fîşengên derewîn, 2 makîneyên wêneyan, 26 têlefonên destan, 21 kartên têlefonan, 68 CD, 31 pirtûkên propagandayê, kompîterek, 4 flaş, hard dîskek û 6 katên hafizeyê hatibûn girtin.