Nihat Kavşut
14 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Muzeya Bajêr ya Qesra Cemîl Paşa ya 130 salî ye û 2 sal berê piştî restorasyona Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê bi 500 belge û 450 wêneyên reş û sipî û bi 260 berhemên etutê û 235 berhemên bi destê Wezareta Çandê hatine tescîlkirin derfetên baş dide ziyaretvan û xelkê Diyarbekirê.

Muzeya Bajêr ya Qesra Cemîl Paşa ya di sala 1887an da ji hêla Ehmed Cemîl Paşayê Waliyê Dewleta Osmanî va hatiye çêkirin piştî restorasyonê gelek berhemên di warê dîroka bajêr, jiyana rojane, mîmarî û hunerên destan da dihewîne.
Di muzeya li Sûra navçeya Diyarbekirê ye 500 belge û 450 wêneyên reş û sipî û 260 berhemên etutê û 235 berhemên bi destê Wezareta Çandê hatine tescîlkirin hene.

Ercan Alpayê Midûrê Şaxa Muzeyan ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Qesra Cemîl Paşa li bajêr mînakeke taybet ya mîmariya sivîl e.
Alpay diyar kir Muzeya Qesra Cemîl Paşa muzeya tekane ya bajêr e li Diyarbekirê û got di heftê da qederê hezar û 500 kes tên serdana muzeyê.