Nihat Kavşut
14 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
YOZGAT
Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr li Çekereka navçeya Yozgatê beşdarî merasima vekirina komî bû û li vir axivî.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag diyar kir li bakurê Sûriyeyê ji bona korîdara terorê ava bikin hewldan hene û wiha got: "Li bakurê Sûriyeyê hewldanek heye û ji bo ji bêîstiqrariyê, şerê navxweyî û rewşa neewle îstifade bikin û li wir korîdoreke terorê ava bikin dixebitin. Em her gav dema bi rayedarên DYAyê ra diaxivin ji wan ra dibêjin PYD û YPG şaxên PKKya rêxistina terorê ne, ji wan ra qederê 3 hezar û 500 TIR çek hatine şandin û em dipirsin wê ev çek li dijî kê bên emilandin. Tirkiye destûrê nade li herêmê korîdoreke terorê bê avakirin. Em li dijî vê ne û ji bo vê çi hewce bike jî em dikin û em ê bikin."
Bozdag destnîşan kir di navbera Sûriye û Tirkiyeyê da 910 kîlomêtro sînor heye û wiha got: "Ez bi eşkereyî dibêjim. Tirkiye rê nade gef û geşedanên li dijî ewlehiya gel û dewleta xwe. Bi operasyona Mertalê Feratê me helwest û biryara xwe ya di vî warî da nîşan da. Li dijî PKK, PYD, YPG û DEAŞa rêxistinên terorê me têkoşîneke çalak hilbijart û çi hewce bike hat kirin."