20 Îlon 2018•Rojanekirin: 20 Îlon 2018
ANKARA
Hêzên ewlekariyê ji 1ê Rêbendana 2018an vir va di opersyonên nava welat û dervayî welat da 91 qaşo berpirsên "payebilind" ên rêxistina terorê PKK/KCKyê berteref kirin û derbeyeke giran li rêxistinê da.
Hêzên ewlekariyê li dijî rêxistina terorê PKKyê ku qesdî aramî, aştî û ewlehiya Tirkiyeyê dike, bênavber operasyonan didomînin. Hêzên ewlekariyê di vê çarçoveyê da, herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di serî da, hem li nava welat û hem jî li dervayî welat operasyonên xwe didomîne.
Hêzên ewlekariyê yên ku dide ser şopa terorîstan, li dijî mensûbên rêxistina terorê PKKyê operasyonên serkeftî pêk tîne.

Hêzên ewlekariyê li çil û çiyayên herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi operasyonên bejayî û asîmanî va derbê li ser derbeyê li rêxistina terorê didin, hem ji aliyê personel û hem jî ji aliyê lojîstîkê va zirareke mezin didin rêxistinê. Herwiha gelek berpirsên "payebilind" ên rêxistinê jî hatin berterefkirin.
Hêzên ewlekariyê di 1ê rêbendanê-19ê îlonê da derbeya herî xedar li "payebilind"ên rêxistinê da.
Di vê pêvajoyê da 91 berpirsên "payebilind" ên rêxistinê ku 66 jê di nava Lîsteya Terorê ya Wezareta Karên Navxweyî da ne, hatin berterefkirin.
Hat tesbîtkirin ji kategoriya "sor" 11, ji kategoriya "hêşîn" 6, ji kategoriya "kesk" 5, ji kategoriya "porteqalî" 6 û ji kategoriya "gewr" jî 38 terorîst hatin berterefkirin.
Hêzên ewlekariyê di 1-19ê îlonê da Fatih Ozden ku navê wî yê kod "Bager Andok" e û di kategoriya "sor" da ye, Deniz Yuksel ku navê wî yê kod "Hakî" ye û di kategoriya "kesk" da ye, Murat Akdogan ku navê wî yê kod "Elî Gever" e û di kategoriya "porteqalî" da ye, Îrfan Gerçek ku navê wî yê kod "Baran Dêrsim" e û di kategoriya "gewr" da ye, Firat Dagdelen ku navê wî yê kod "Şervan Çêwlik" e, Merdan Ruştu Ovalioglu ku navê wî yê kod "Leheng Dêrsim/Adil" e, Nurettin Canan, Sabri Kartal û qaşo ji berpirsên rêxistinê Abdulhamît Ozbahçeci ku navê wî yê kod "Mazlûm Piling" e hatin berterefkirin.
Eşkere bû, yekûna xelata ku ji bo îxbarkirina van terorîstan hatibû destnîşankirin jî 7,1 milyon lire bû.