Elif Orhan
08 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Walîtiya Diyarbekirê der heqê ji bo şaredariyên navçeya Sîlwan û Sûra navend qeyyûm tayînkirinê de da zanîn ku di vê merhaleyê de tu qeyyûm nehatine tayînkirin.
Walîtiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku di hin şaxên çapemeniyê de nûçeyên dibêjin ku qeyyûm tayînê şaredariyên Sûr û Sîlwanê kirine cî digirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê merhaleyê de tu qeyyûm nehatine tayînkirin. Dema qeyyûm hatin tayînkirin dê daxuyanî bê dayîn."