09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
ŞIRNAK
Hêzên ewlehiyê li Silopiya navçeya Şirnxê 3 wesayîtên bombebarkirî yên hat tespîtkirin ji bo ku di çalakiyên bibombe de bên bikaranîn hatine amadekirin, îmhe kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin li ser agahiya ku terorîstên PKKyî li tanga Kosreliyê ya Çiyayê Cûdî ya di navbera Şirnex û Cizîrê de ji bo ku di çalakiyên bibombe de bi kar bînin 3 wesayîtan amade dikin ekîbên Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendirmeyan a 23yemîn operasyon kirin.
Di lêgerîna eraziyê ya ku li herêma operasyonê hat kirin de kamyoneke bi damper a ku dişibe ya ku terorîstên PKKyî di êrîşa li Cizîrê ya di 26ê tebaxê de bi kar anîne û 2 wesayîtên luks hatin tespîtkirin.
Di lêkolîna ku ekîbên îmhekirina bombeyan kirin de di kasaya kamyonê de bi qasî 5 tonî giran teqemeniya bidestçêkirî hat dîtin û kamyon û 2 wesayîtên luks hatin teqandin û îmhekirin.
Hat nirxandin ku terorîst bi kamyona bombebarkirî li navçeya Silopiyê amadehiya çalakiyê dikirin, her du wesayîtên din jî ji bo ku di êrîşê de bên bikaranîn amade hiştine.