26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
ANKARA
Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da xeberda.
Berat Albayrak der heqê tesîsên komkirinê ya Gola Xoyê da wiha axivî: "Di Rêbendana 2017an da em ê li tesîsên komkirinê ya Gola Xoy bi dorê xazê pompe bikin cavernan."
Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî ji bo xeta vejenê ya tirkan da wiha got: "Xeta duyemîn a tirkan bi pêşeroja piyaseya Ewropayê ra têkildar e. Xeta tirkan projeyeke girîng e ku bi taybetî heger di xeta Rojavayê da qeyran derkeve wê ji holê rake. Tê plankirin ku di 2017an da înşaet dest pê bike. Li gor texmînan wê beşa ewil a projeyê bigihêje 2019an û bi derengî nekeve."
Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî der barê mijara hîseyê Akkuyuyê da wiha xeberda: "Dewirkirina hin hîse û parên di Akkuyuyê da heqek e ku di peymanê da heye. Agahî li ber destê me heye ku bi komên sêyemîn ra hevdîtin tên kirin. Ji bo ku vejena nukleer zû çêbe hewldan dewam dikin."
Berat Albayrak diyar kir ku wê di warê ceyranê da 30 milyar lire were xerckirin û wiha got: "Sektora belavkirina ceyranê di heyama 2016-2020an da wê 18 milyar lireyî xerc bike. Em jî wek Belavkirina Ceyranê ya Tirkiyeyê (TEÎAŞ) ji bo vê pergalê 12 milyar lireyî xerc bikin. Wê çaxê rêjeya vê bigihije 30 milyar lireyî."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak di mijara pergala serokatiyê da wiha peyivî: "Tirkiye di mijara pergala serokatiyê da derbasî pêvajoyeke nû bû. Li gor min birêz (Devlet) Bahçelî helwesteke pir semîmî da nîşan. Birêz Bahçelî got, 'em vê mijarê bînin rojevê, çareser bikin û paşê jî ji gel bipirsin'. Me jî ev digot. Piştî pêvajoyên dawîn, kê çawa hereket dike, dixuyê. Ji ber vê yekê li gor min ev gotina Birêz Bahçelî ku bi taybetî jî vê gengeşiyê çareser dike û dibe ber gel, tiştekî rasteqîn e û li gor berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Di vê yekê da kîjan siyasî û sazî derkeve pêş, wê li ber çavên gel qîmeta wî yê zêde bibe."