Türkan Tosun
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
BEXDA
Li Iraqê di xwepêşanên ji bo protestokirina bêkarî û çûyîna ceyranê tên kirin da heta niha 14 kes mirin û ji 700î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Endamê Komîteya Mafên Mirovan a girêdayî Parlamentoya Iraqê Fazil Garawî ji nûçegihanê AAyê ra got di xwepêşanên 2 hefte ne dewam dikin de 14 kes mirin, jê 470 hêzên ewlehiyê bi tevahî 742 kes jî birîndar bûn.
Li ser medyaya civakî dîmen û wêneyên hin xwepêşandêran yên ji hêla hêzên ewlehiyê va hatine kuştin, hatibûn parvekirin. Li hember van dîmen û wêneyan bertekên mezin hatibûn nîşandan.
Li Bexdayê roja înê hêzên ewlehiyê bi awayekî tund hewl dabûn xwepêşandêran belav bikin. Li gor agahiya çavkaniyên herêmî bi dehan xwepêşandêrên ku di nav kuçeyan de belav bûn ji hêla eskeran ve hatine girtin û tu xeber ji wan tune.
Li bajarên başûr jî bi dehan xwepêşandêr ji hêla komên çekdar ên Şiî û hêzên artêşê va tên girtin.
Li bajarên başûr ên Iraqê xwepêşanan ji ber bêkariyê dest pê kiribû. Ji ber ku ceyran diçe, xwepêşan zêdetir û belav bûbûn. Xwepêşanan ewil li bajarên Besra, Musenna, Zîqar, Meysan û Necefê dest pê kiribûn. Di nav demeke kin da di 14ê Tîrmehê da jî li Bexdayê belav bûbû.