İbrahim Atmaca
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ANKARA
Bi giştînameya Serokomariyê va Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) bi Wezareta Çand û Tûrîzmê va, Lijneya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (TRT) jî bi Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê va hat têkildarkirin.
"Giştînameya Serokomariyê ya ku Hejmara wê 2018/2 ye û Sazî û Dezgehên ku bi Wezaretan ra Têkildar û Eleqedar in" di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê RTUK bi Wezareta Çand û Tûrîzmê va; TRT jî bi Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê va hat têkildarkirin.