16 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê dibistanên ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê zirar dîtibûn hatin temîrkirin û ji bo perwedeya sala 2017-2018an amade ne.
Li navenda Şirnexê 16, li Sîlopiyê 33, li Hezexê 18 û li Cizîrê jî 31 dibistanan havînê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê zirar dîtibûn.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Nurettin Yilmaz daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û wiha got:
"12 dibistanên me bi tememî xera bûn. Nêzî 86 dibistanên me zirar dîtin û me hemû temîr kirin. Niha 40 dibistanan jî em nû va înşa dikin. Ji bo 52 dibistanan jî proje amade ne. Kar û barên îhaleyan dewam dike. Em ji bo perwerdeyê amade ne. Dibistanên me wê duşemê dest pê bikin û tu kêmasiyên me tunene."
Yilmaz got ku ji bo mamosteyan jî tu pirsgireka avahiyê tuneye. Yilmaz diyar kir ku wan ji bo mamosteyan 'mala momosteyan' ya ku 300 kes dikarin lê bimînin û gelek cihên din jî amade kirine.