Nihat Kavşut
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 08 Sibat 2019
ANKARA
Di lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di nav ewlehiyê da ji 23 polêsên berê ku ji bona wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 17 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê destnîşan kir di lêpirsîna dijî endamên FETOyê yên di nav ewlehiyê da 21 jê polêsên berê ji bona 23 gumanbarî binyara binçavkirinê hat derxistin.
Hat diyarkirin ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê li Enqere, Denizlî, Kirşehir, Edene, Sêwas, Mugla û Boluyê ber destê sibehê derketin operasyonê ji 23 gumanbarên ku ji bona wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 17 kes hatin binçavkirin.