Ekip
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Li medya, zanîngeh û di nav karsazan da ku tesîra wan li ser civakê zêde ye divê em demildest hişmendiya neteweyî û xwemalî bi cî bikin. Bi kîjan nav û dirûvî dibe bila bibe divê li van deran cî nedin
Erdogan: "Bi mezûnên îro va hejmara alîkarên komîseran ên ku piştî 17-25ê sermawezê dest bi wezîfeyê kirin derket 7 hezar û 347an. Berê salê 500 kes ji akademiya me mezûn dibûn, tenê îsal hezar û 859 kes mezûn bûn. Heta kêmasî temam bibe em ê bi vê pergalê va ango em ê ji nav sivîlan xwendekaran bigrin û ji bo alîkartiya komîsertiyê perwerde bikin."
"Mêrik dibistana seretayî xilas kiriye, tiştekî wî tuneye, ketine dû wî û diçin. Niha ji wan gelek kes revîne û çûne Pensîlvanê û ligel wî dijîn. Amerîkayê 400 donim erd dane wan, li wê derê bi hev ra dibêjin 'em li dinyayê 160 dewletan îdare dikin.' Dengê Amerîkayê derdikeve? Na. Çend caran me ji wan re got û me hişyar kirin, ji wan re me 85 kolî dosye şandin, deng qet derket? Na, dernakeve. Li vê derê ka ez çi dibêjim hûn fehm dikin? Hin kes dixwazin ji hin erdan me îdare bikin. Hinek dixwazin me perçe bikin, dabeş bikin. Lê nikarin vî miletî û vê dewletê perçe bikin, dabeş bikin."
"Em wan bûyerên li Sûriye û Iraqê diqewimin û hesabên li ser van welatan tên kirin bi Tirkiyeyê re eleqedar dibînin. Heke niyeta wan a der heqê Tirkiyeyê da biçûya serî jixwe niha Sûriye û Iraq di serî da li hemû herêma me wê qala tiştên din bihata kirin. Ji ber wan lîstikên em serobin dikin her tim senaryoyên nû dinivîsin û dikin rewacê."
"Em xwedî dewleteka mezin û miletekî mezin in, bi vê giraniya ku dide me, bêyî kelecana bûyerên rojane em bi bîreweriya armanca eslî, bi biryarî gavên xwe diavêjin, em ê biavêjin jî. Dixwazim diyar bikim ku di vê pêvajoyê de dewleteke ku berjewendiyên me ji sedî sed wekî hevdu bin, ji sedî sed hedefên me yek bin tuneye. Em bi hemû welatên ku li ser mijarekê dicivin li ciyekî din li ser mijareke din rêyên xwe ji hevdu diqetînin. Heta carinan em tên hemberî hevdu. Eha em di nav vê aloziya peywendiyan de ji bo parastina berjewendiyên welat û miletê xwe, em bi hişmendiyeke ku pêşeroj û îstiqlala me li pêş digire têkoşîna xwe didomînin."