İbrahim Atmaca
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Dolar piştî ku bi ketinê va dest bi rojê kir, li gor duh ji sedî 1,8 kêm bû û heta 6,2726an erzan bû.
Dolar duh kêm dibû û zêde dibû. Pêşiyê heta 6,4650 lireyî derket û paşê ji sedî 1,16 zêde bû û herî dawîn bi 6,3875an hat firotin.
Dolar îro jî di destpêka rojê da kêm bû û paşê li gor duh ji sedî 1,8 kêm bû û heta 6,2726an daket. Dolar ji saet 12.10an pê va ji sedî 1,7 kêm bû û di 6,28 lireyî da sekinî.
Di heman deqîqeyan da ewro ji sedî 3,5 kêm bû û bi 7,1164an, sterlîn jî ji sedî 1,5 kêm bû û bi 8,2815 lireyî hat firotin.