Nihat Kavşut
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 20 Îlon 2018
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Di nav 45 rojên dawîn da di operasyonên li nav welêt û yên li dervayî sînor da serkirdeyên wan jî tê da bi tevahî 336 terorîst hatin berterefkirin."
Akar li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Roja Xaziyan da axivî.
Hulusî Akar di xeberdana xwe da destnîşan kir di nav 45 rojên dawîn da di operasyonên li nav welêt û yên li dervayî sînor da serkirdeyên wan jî tê da bi tevahî 336 terorîst hatin berterefkirin.
Akar diyar kir baregehên çavdêriyê yên li Îdlibê û hêzên Artêşa Tirkiyeyê yên li herêmê fealiyetên xwe bi awayekî aktîf didomînin.