Türkan Tosun
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li gor encama lêkolîneke der barê cureyên genetîka werşeqên li Tirkiyeyê hat tespîtkirin li Antalya û Erzinganê cureyeke werşeqan a ku jê ra dibêjin "haplotîp" û li tu devereke dinyayê tune, dijî.
Bi hevkariya Midûriya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ya Wezareta Daristan û Karên Avê û Zanîngeha Sakaryayê lêkolîneke bi navê "Curbicuriya Genetik a Werşeqên Tirkiyeyê" hat kirin.
Lêkolîn bi serokatiya hîndekarê Zanîngeha Sakaryayê Prof. Dr. Benan Dînçturk Botofte va hat kirin.
Di lêkolînê da agahiyên der barê genetîka ewil a weşeqan de hatin weşandin.
Li gor vê lêkolînê li Tirkiyeyê herêmên rojhilat, başûrê rojava û bakurê rojhilat 3 cure werşeq ên ku jê ra dibêjin "haplotîp" hatin tespîtkirin. Di nav van de 2 cure werşeq ên ku li Antalya û Erzincanê dijîn tu devereke dinyayê tune ne.
- Werşeqên ku li Antalyayê dijîn divê bi awayekî cuda bên parastin
Hat gotin ev cure werşeq a ku li Antalyayê nû hatiye tespîtkirin tekane cisinê weşeqa Balkanê ye, ji ber ku hindik maye koka wan biqele divê ew bi awayekî cuda bên parastin.
Ji bo werşeqa ku li Erzinganê hatiye tespîtkirin jî hat gotin ew ji cinsê werşeqan ên li bakur e û nîşan dide ku Tirkiye li ser rêya wan a koçê ye.
Di lêkolînê de behsa girîngiya wan hat kirin û hat gotin divê ew bên parastin.
Prof. Dr. Botofte got di demên berê yên wek qeşayî û navbera qeşayî de Anadolu ji bo werşeqan cihekî girîng bû û li vir gelek cure werşeq hebûn.
Botofte got encamên vê lêkolînê û agahiyên genetîk wê ji bo xebatên parastina werşeqan bibe alîkarî û di vê qadê de xebatên bilez wê dest pê bikin.