Sevim Hatun
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
ÎZMIR
Fîgen Yuksekdaga Parlementera HDPê ya Wanê ya berê ku ji ber sûcê li Îzmirê di panelekê de "propagandaya rêxistina terorê kir" doz hatibû vekirin, tê darizandin.
Rûniştin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Îzmirê hat dîtin, Yuksekdaga di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatibû girtin û di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa Fyê ya li Kandirayê de ye beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Yuksekdagê di rûniştinê de amade bûn.
Parêzer Îmdat Ataş diyar kir ku Yuksek naxwaze li ser Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinan bibe, dixwaze were hêwanê.
Dozgerê rûniştinê daxwaz kir ku vê dozê bi doza li Dadgeha Cezayê Giran a 16emîn a Enqereyê tê dîtin re bikin yek.
Heyeta dadgehê ji bo mizakerekirina yekkirina dozan rûniştin paş ve xist.