20 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku leşkerê ku di êrîşa terorîstan ya li Şemzînana navçeya Hekariyê da birîndar bibû û leşkerên ku li Gurpinara navçeya Wanê di qezayê da birîndar bibû cangorî bûn.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku leşkerê ku di 18ê gulanê roja çarşemê dema ewlehiya konvoya leşkerî pêk dianî di encama teqîna teqemeniya ku di rê da hatiye bicîkirin da birîndar bibû ligel hemû midaxeleyan cangorî bû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Gurpinara navçeya Wanê dema leşker diçûne operasyonê qeza çêbû leşkerek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Hat destnîşankirin ku leşkerê birîndar li nexweşxaneyê cangorî bû û wiha hat gotin: "Serê malbata şehidên me, gelê tirk û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê sax be Xwedê li wan rihme bike."