20 Gulan 2016•Rojanekirin: 20 Gulan 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) bi balafirên şer li herêma Qendîlê operasyona hewayî kir û di operasyonê da sitargeh, şikeft û kozikên endamên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li ser îstixbaratê di navbera saet 21.00-21.45an da li Qendîla li bakurê Iraqê operasyona hewayî hat kirin û di operasyonê da sitargeh, şikeft û kozikên endamên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Hat destnîşankirin ku xebat û lêkolînên ji bo tesbitkirina zirarê dewam dikin.