01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 02 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê rayedaran ji ber sedema ewlehiyê torbeyên ku tê de pusulayê rayan hene û hin kesên ku ji bo hilbijartinê wezîfedarin bi firokeyên leşkerî ve birin çend taxan.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ji bo ku welatî rayên xwe bidin û ewlehiya sandoqan bê parastin, torbeyên pusulayê yên rayan û wezîfedarên hilbijartinê bi firokeyên leşkerî ve birin çend taxên Diyarbekirê.
Firokeyên leşkerî yên Fermandariya Koma Hewayê ya Cendirmeyan a Diyarbekirê, ji bo navçeyên Lice, Hanî û Dîcleyê rê ketin.
Firokeyan ji navendên van navçeyan wezîfedar û torbeyên pusulayê yên rayan hildan û birin taxên Uçdamlar, Tepe û Kayacika Liceyê, Topçulara taxa Haniyê û Yokuşluya taxa Dîcleyê.
Hat eşkerekirin ku piştî hilbijartin biqede wezîfedarên hilbijartinê wê dîsa bi van firokeyan bizivirin serokatiya lijneya hilbijartinê ya navçeyan.