Dîmenê rêgiriya polêsan li derbekaran li Încîrlîkê
Li binkeya serbazî ya Încîrlîkê ku balafirên koalîsyona li dijî DEAŞê bikar tînin û binkeyeke serekî ya NATOyê ye jî polês û fermandeyên derbekar hatin hemberî hev. Gengeşeya di navbera de ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatin kişandin.
31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
Adana
ADANA
Li binkeya serbazî ya Încîrlîkê ku balafirên koalîsyona li dijî DEAŞê bikar tînin û binkeyeke serekî ya NATOyê ye jî polês û fermandeyên derbekar hatin hemberî hev. Gengeşeya di navbera de ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatin kişandin.
Eskerên ser bi rêxistina terorî FETOyê ku xwestin di 15ê Tîrmeha 2016 de li Tirkiyê derbeyê bikin lê biser neketin, derket holê ku xwestine binkeya eskerî ya Încîrlîkê jî bidest bixin lê polêsên li wê derê li ber wan derketine û rê nedane.
Di dîmenan de dixuyê ku polêsên li binkeya Încîrlîkê erebeyên bizirx datînin û tevdîrên ewlehiyê digirin, Fermande Osman Tunahan Berk û Neqîb Hasan Şehna ku li wê derê nobedar bûne bi polêsan re dikevin nîqaşê û li hev radibin.
Berk û Şahna 16ê Tîrmehê nêzî seet 03.00an bi erebeyeke sivîl a spî têne qerargehê. Dema ku dixwazin ji qerargehê dûr bikevin di navbera wan û polêsan de rageşî çêdibe. Herdu derbekar ji ber ku nikarin bi erebeya eskerî derkevin çekên lûledirêj bi ser polêsan ve dikşînin û Berk bi kulman li erebeya polêsan dixe ku rê vekin.
Ji ber ku polês rê venakin Generalê berê Bekir Ercan Van bi erebeya xwe tê qerargehê û ji bo herdu eskerên derbekar ji polêsan xelas bike bi wan re dikeve nîqaşê. Dema ku nikare polêsan qanih bike yekîneyek eskerî gazî cihê bûyerê dike.
Berk di vê esnayê de dîmenê polêsan dikşîne û esker jî hewl didin ku rêvebirê polêsan binçav bikin lê polês rê nadin wan û çekê li wan dikşînin.
Ev bûyer hemû di kamerayên ewlehiyê de diyar in.
Esker Berk û Şahna û 5 efserên din hatin îxrackirin û cezayê heta hetayî xwaribûn.
General Bekir Ervan Van jî hat îxrackirin û girtin.mişti.
Dîmenê rêgiriya polêsan li derbekaran li Încîrlîkê