31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
MUŞ
Li Dêrxasa navçeya Mûşê rûspiyên eşîra bidiriyan daxuyand ku ewê di referanduma ji bo guherîna destûra bingehîn a ku wê meha nîsanê de çêbibe, bibêjin erê.
Rûspiyên eşîra bidiriyan li navçeyê hatin bal hev û dan zanîn ku wan kampanyayeke bi navê "Ji Bo Tirkiyeyeke Bihêz Erê" dane destpêkirin.

Hîkmet Karayelê yek ji rûspiyê eşîrê ye ji rojnamevanan re daxuyand ku welat di nav rewşeke zor de ye û ew wek eşîr her tim li cem dewletê ne.
Mursel Ozenê yek ji rûspiyê eşîrê ye jî wan li ser daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ku dibêje "neteweyî û xwemalî" ev biryar dane.
Ozen got ku ewê di referandumê de raya "erê" bidin û wê ji bo vê kampanyayê bixebitin.
Yên ji vê êşîrê ne jî gotin ku ewê guh bidin biryara rûspiyên eşîrên xwe.