31 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
MUŞ
Bi sedan hechecikên ku di îstasyona trênê de dijiyan ji ber ku îstasyon hat xerakirin bê cih man û di diwar û paceyên dibistana 3 qatî de hêlînen xwe çêkirin.
Îstasyona trênê ya li gundê Eralanê bibû hêlîna hechecikan, piştî ku îstasyon hat xerakirin hechecik bê cih man. Li ser ve bi sedan hechecik di bin sivêrnek û paceyên dibistana 3 qatî de hêlînen xwe çêkirin. Xwendekar û mamosteyan jî bi hêlînen hechecikan kêf dikin.
Mamosteyê Dibistana navîn a Eralanê Kamîl Yolcu got ku bi hechecikan dibistan xweşiktir bûye û wiha dewam kir: "Du sal berê hechecikan koçî dibistanê kir. Her cara çêçikan derdixin li dibistana me refên hechecikan tê dîtin. Em ji vê rewşê gelek kêfxweş in, xwendekarên me jî wan xwedî dikin.