31 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyonên li ser PKKya rêxistina terorê da heta îro 495 terorîst hatin kuştin, 449 barîkat hatin rakirin, 43 çal hatin dagirtin, hezar û 80 teqemeniyên destî hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ji bo girtina çalan, rakirina barîkatan, îmhekirina teqemeniyan û berterefkirina endamên rêxistinê di 14ê adarê de li navçeyê operasyona ku dest pê kiribû, dewam dike.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da hezar û 813 welatî hatin tehliyekirin, 2 hezar û 261 pakêtên xurekê dan malbatan û 3 hezar û 598 kes jî ji dermanxaneyên nobedar îstifade kirin.
Daxuyaniya walîtiyê wiha dewam kir: "Di operasyonan da 495 endamên rêxistinê hatin kuştin, 449 barîkat hatin rakirin, 43 çal hatin girtin û hezar û 80 teqemenî jî hatin îmhekirin. Di operasyonan de 68 hêzên ewlehiyê yên ku biqehremanî têdikoşiyan jî şehît bûn."