İbrahim Atmaca
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
BÎTLÎS/MUŞ
Ekspresa Gola Wanê ku di navbera Enqere-Tetwanê da seferan dike, ji bo kesên ku dixwazin xweşikahiyên herêmê ji nêz va bibînin firsend e.
Ekspresa Gola Wanê di nav çil û çiyayên navbera Mûş û Bitlîsê ra weke mara dikişe û diçe. Rêwiyên vê xetê di nav menzereyên bêhempa da seyahatê dikin.
Ekspresa Gola Wanê ji guzergahên Enqere, Kirikkale, Qeyserî, Sêwas, Meletî, Elezîz, Bîngol û Mûşê ra xwe digihîne Tetwana navçeya Bitlîsê û piştgiriyê dide turîzm û aboriya bajêr û herêmê.
Rêwiyên ku ji bajarên cuda li ekspresê siwar dibin, pêşiyê tên Gara Mûşê, paşê li ber Çiyayên Ataturk û Nemrûd ra derbas dibin û Gola Wanê dertê pêşiya wan.
Ekspresa Gola Wanê bi 8 vagonên xwe va dikare 320 rêwiyî hilde. Rêwiyên xwemalî û biyanî yên ku Ekspresa Gola Wanê tercîh dikin, heta ku diçin Tetwanê wêneyên siruştê û cî û waran dikşînin.
Xwendekarê Zanîngeha Feratê Yunus Emre Akdenizê ku ji Elezîzê bi ekspresê va hat Tetwanê got ku Ekspresa Gola Wanê seba xwendekaran derfeteke pir baş e.
Akdeniz diyar kir ku Ekspres him ji otobêsan erzantir e him jî tê da cî û nivîn, restoran û daşir hene û wiha dewam kir:
"Ev hemû di Ekspresa Gola Wanê da hene. Ji bo xwendekaran erzan e, ev jî girîng e. Ez 9 caran lê siwar bûm. Ez li Elezîzê lê siwar dibim û têm Tetwanê. Menzereya wê bi taybetî zivistanê pir xweş e."
Ji rêwiyan Serap Çakmakê jî got ku ew, malbata wê û hevalê wê ji Manîsayê hatin Enqereyê û paşê ji wir jî ji bo ku herin Wanê li ekspresê siwar bûn.
Çakmakê got ku ew cara ewil li ekspresê siwar dibe û wiha dewam kir:
"Em ê piştî Tetwanê herin Wanê. Em ê çi bikin çi nekin me hemû li ser înternetê lêkolîn kir, me ji hevalên xwe agahî hilda. Ji bo me rêwitiyeke xweş bû. Me di ekspresê da rojbûna hevalê xwe pîroz kir. Me seba rojbûnê kompartiman xemiland. Me bi hevalan ra demek pir xweş derbas kir. Divê teqez herkes were. Ji bo her kesî pêşniyaz dikin."
Canan Çakmakê jî got ku wan di Ekspresa Gola Wanê da heta Tetwanê çem, çil û çiya û jiyana gundan û heywan dîtin.