17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
MUSUL
Li Xazira eniya Mûsilê ekîba AAyê ku operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê dişopand, ji bobelateke mezin filitî. Wesaîta DEAŞê ya bombebarkirî nêzî ekîbê bû, lê pêşmergeyan wesaît îmha kir.
Ekîba AAyê, grûbek xebatkarên medyaya herêmê û pêşmerge li eniya Xazirê ji gundê Tercîlleyê diçûn gundê Şêx Amirê. Di têketina gund da rastî êrîşa wesaîta bombebarkirî hat û wesaîta bombebarkirî bi lez û bez ber bi koma ku ekîba AAyê jî tê da bû va hat. Wesaît li nêzî rojnamegeran bi destê pêşmergeyan va hat îmhakirin.
Perçê wesaîta ku pêşmergeyan teqand li ser serê fotonûçegihanê AAyê Hemîd Husên û kameraman Ferhad Jahan Panah ra derbas bû.
Piştî teqînê pêşmergeyan li der û dorê tevdîrên ewlehiyê hildan û kontrola gundê Şêx Amirê bi dest xist.