15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Di rapora Weqfa Lêkolînên Civak, Aborî û Siyasetê (SETA) ya bi sernavê "Di Hewla Derbeya 15ê Tîrmehê da Medya"yê da hat gotin ku "Di pêşîlêbirîna hewla derbeyê da gaveke girîng AAyê avêt. Ajansa Anadoluyê ku qasî 100 salî ye şahidiya bûyerên komarê dike di hewla derbeyê da kanalên neteweyî xweyî kir û xeber bi wan ra gihand."
Bi destê SETAyê raporeke li ser helwesta medyayê ya di heyama hewla derbeya 15ê Tîrmehê da ya ku Rêxistina terorê ya Fetullahî (FETO) hat weşandin.
Di rapora ku Serokê Beşa Sîneme, Radyo û Televizyonê ya Fakulteya Ragihandinê a Zanîngeha Gumuşxaneyê Doç. Alk. Sertaç Tîmur Demir amade kir da sernavekê taybet hat vekirin û tê da qala têkoşîna ku AAyê ya dema hewla derbeyê dabû tê kirin.
Di raporê da hat ragihandin ku di berterafkirina hewla derbeyê ya FETOyê da tevlî keda hêzên ewlehiyê bêguman para herî mezin ya civaka tirkan bû û medya jî di pêkanîna stratejiyên şaxên ewlehiyê û liberxwedana gel da bû xwediyê roleke gelekî girîng.
Bi taybetî jî di raporê da qala Ajansa Anadoluyê hat kirin û hat gotin ku di pêvajoya astengkirina derbeyê da ji barên herî giran yek jî li ser pişta Anadolu Agencyê bû û di berterefkirina derbeyê da AAya ku xwediyê dîrokeke hema bêje sed salî ye û şahidê gelek bûyerên girîng ên dîroka Komara Tirkiyeyê di şeva derbeyê da agahî şand ber destê qanalên nûçeyan ên neteweyî.
Agahiyên wek dîlgirtina Serokê Sererkaniyê û fermandarên din ên krîtîk jî cara ewil ji hêla AAyê va hatin dayîn û ji bo wan jî wiha hat gotin: "Ev rewş di nivîsên Whatsappê yên Serbaz Ugur Coşkunê endamê FETOyê da jî hebû ku dihat gotin 'divê demildest were astengkirin.' Ji ber agahiyên ku ji ajansê ji raya giştî ra hatin ragihandin fikir çêbû ku ev hewldan li derveyî emrê leşkeriyê diqewime. Ji ber vê jî derbekaran dixwest ajansê bi dest bixin."
Di raporê da tê gotin ku Ajansa Anadoluyê rast û lezgîn agahiyan belav kir û roleke mezin lîst ku hewla derbeyê bi ser nekeve û peyra jî xebatên mezin kir.
Di raporê da wiha tê gotin: "Piştî bûyerên hewla derbeyê gelek dîmen û wêneyên belawela hatin tomarkirin û bi destê Ajansa Anadoluyê wek pirtûk derketin û ji bo ev hafize zindî bimîne roleke mezin lîst."