Elif Orhan
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em bi biryardarî li Efrînê ne, em heta ku bi temamî ewlehiyê tesîs bikin dê wir bimînin pişt re li pêşiya me Îdlib heye, Til Rifat heye, Minbîc heye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di "Mihrîcana Ciwaniyê ya Stenbolê" ya ku li Navenda Rapêşiyê ya Avrasyayê ya Yenîkapiyê hat lidarxistin de axivî
Serokomar Erdogan der barê şeva derbeyê de got ku"(Kiliçdaroglu) Êdî lênûska te ya gunehan amade ye, hewceyê gotina te nake. Heke tu bibêjî 'Ez haj pê nebûm ji ber wî çûme mala Şaredarê Bakirkoyê, me wir qehweyek vexwar filan bêvan, wê demê ev qewimîne' wê bixapin. Lê tu dê van veşêrî, hê jî derewan bikî tu kes bi vê naxape, tu di qeydan de yî."
Serokomar Erdogan got ku (Nîqaşên 'dabeşbûna' Zanîngeha Stenbolê) YOKê di vê mijarê de pêngava xwe avêtiye lê di nav her duyan de jî (xebatên pronivîsê) navê Zanîngeha Stenbolê heye û digel vê di herduyan de jî niha di wê mijarê de xebatek tê kirin, dibe ku logoya Zanîngeha Stenbolê bi kar bînin. Tenê dibe wek zêdahiyekî Cerrahpaşa wir bê bikaranîn."
- Herekatên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê
Serokomar Erdogan der barê herekatên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê de got ku mafên wan ên ku ji ber hiqûqa navneteweyî derdikevin li gor hiqûqê hat bikaranîn û helwesta hin welatan nayê qebûlkirin.
Erdogan diyar kir ku çi dikin bila bikin dê ya xwe bikin û wiha axivî: "Ev hiqûq a wan e yan hiqûqa navneteweyî ye? Heke hiqûqa navneteweyî be em jî piçekî hiqûqê dizanin. Hiqûqnasên me jî hene. Mirovên me yên ku di hiqûqa navneteweyî de pêş ketine hene. Dema me dest bi Mertala Firatê kir me çima dest pê kir? Vir mafê me yê midaxaleyî yê hatiye paşxistin heye. Ez çima dibêjim maê midaxaleya paşxistî? Ji ber ku ê me navê Herekata Baxçeya Zeytûnan bû, navê Mertala Firatê Herekata Baxçeyê Zeytûnan bû. Ew derengî ket, divê me wê berê bikira. Heke me berê bikira dê ev qas li Kilîsê nexistana."
- Pêşiya me Îdlib heye, Til Rifat heye, Minbîc heye"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan qal kir ku rêjeya îsabetê ya gotinên an cudatir e, agahiya ku esker û generalên Amerîkayê didin wan gelekî şaştir in û wiha axivî: "Ji ber ku wan terorîstan baş nas nekirine, PYDê baş nas nekirine, YPGê baş nas nekirine. Bi terorîstan re kar kirin û wisa zen kirin ku dê encamek bi dest bixin lê nekarîn bistînin. Di pêvajoya ji niha pê ve de jî armanca me diyar e. Em bi biryardarî li Efrînê ne, em heta ku ewlehiyê temamî tesîs bikin dê wir bin, paşê pêşiya me Îdlib heye, Til Rifat heye, Minbîc heye. Hevdîtin tên kirin. em dibêjin ku bila bêtir xwîn nerije. Em dibêjin ku înşeallah Dûmayê jî wiha hel bikin. Çavê me li axa Sûriyeyê nîne, gumrahî û aramiya gelê Sûriyeyê ji bo me gelekî girîng e."