Elif Orhan
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tweeta Moon Jae-înê Serokdewletê Koreya Başûr parve kir.
Moon di parvekirina xwe ya Tirkî ya ji ser hesaba xwe ya Twîtterê de got ku "Mon bi Serokomar Erdoganê ku ziyareta dewletê kir re hevdîtineke baş kir. Tirkiye û Kore her çiqas ji hev dûr bin jî "Welatên Bira" ne ku bi hev re heman hestan hîs dikin. Ez hêviya pêşketina ebedî ya her du 'welatên bira' dikim û ji Serokomar Erdogan re başiyê dixwazim."
Serokomar Erdogan vê tweeta Moon Jae-în retweet kir.