29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ANKARA
Sererkaniyê lanet ji êrîşa terorê ya li Balafirgeha Ataturkê ku bû sedema mirina 36 kesî û birîndarbûna 147 kesî xwend.
Di daxuyaniya Sererkaniyê ya li ser malpera înternetê da wiha hat gotin, "Em bi tundî lanetê ji êrîşa terorê ya menfûr a ku xaînane û xwînxwarane li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat kirin ra dixwînin. Ji bo welatiyên me yên ku di vê êrîşê da mirin em ji Xwedê hêviya rehmetê dikin, ji bo malbatên wan û gelê tirk serxweşiyê, seba welatiyên me yên birîndar jî em şifayê dixwazin."