08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ALMANYA
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di hevdîtina wî û hevtayê wî yê alman Gabrîel da got: "Ev salek e li ser civata tirkên ku li Almanyayê dijîn, zexteke sîstematîk heye û min jê ra got ku em ji vê aciz in û civata tirkan jî pir tesîrdar bûye. Min jê ra got ku di eslê xwe da di navbera vê yekê û polîtîkayên entegrasyonê yên Almanyayê da jî nakokî heye. Me di hevdîtinê de behsa aciziya xwe ya li ser kampanyaya reşkirinê ya li hember Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin, wek hedefa nefretê nîşandana Serokomarê me kir û hemû êrîş û çalakiyên PKKya rêxistina terorê û rêxistinên din ên li Almanyayê li hember Tirkiyeyê bi rehetî dikin, anîn rojevê."