13 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
AGRI
Tabelaya bi kurdî ya Şaredariya Diyadînê ku piştî wezîfedarkirinê jê kiribûn, li ser telîmata Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu cardin hat daliqandin.
Bi hinceta ku alîkariya PKK/KCK û FETOyê dikin li hin şaredariyan serokşaredar ji wezîfeyê hatibûn hildan. Li Şaredariya Diyadînê piştî wezîfedarkirinê tabelaya bi kurdî jê kiribûn.
Piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu telîmat da tabela cardin hat daliqandin.
Bi biryarnameyê li 28 şaredariyan serokşaredar ji wezîfeyê hatibûn hildan. Li Şaredariya Diyadînê jî Qaymeqamê Diyadînê Mekan Çevîren hatibû wezîfedarkirin.