27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
RIYAD
Wezîrê Berevaniyê yê Neteweyî Nurettîn Canîklî got ku "Emê tu carî hember tu tehdîda terorê misamaha nîşan nedin û dijî PKK/PYD/YPGyê ji niha pê ve jî hemû tevdîrên hewcedar bigirin. Em di vê têkoşîna xwe de li benda piştgiriya hemû dostên xwe ne."
Canîklî beşdarî "Civîna Wezîrên Berevaniyê ya Yekemîn a Hevpeymaniya Leşkerî ya Îslamê ya Dijî Terorîzmê" ya ku li Otêla El Faysalîaya li Riyada paytextê Erebistana Siûdî tê kirin bû.
Canîklî di civîna ku Pismîrê Welîaht û Wezîrê Berevaniyê yê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman bîn Ebdulezîz kir de axivî. Canîklî diyar kir ku yên ku herî zêde ji bêîstiqrarî û kêmasiya ewlehiyê mizdarîb in misilman û welatên îslamê ne.
Canîklî bal kişand ku hin rêxistinên terorê bi navê bikaranîna rêxistinên terorê êrîşên mirovên mesûm dikin û wiha axivî: "Em qetlîama dawîn a li Misrê bi awayekî herî tund şermezar dikin û sersaxiyê didin. Guneheke wisa mezin e ku tu misilmanên heqîqî tehayûl nakin ku êrîş bibin ser misilmanên mesûm ên ku nimêja înê dikin. Ev kujer bi tu awayî nikarin ku îslamiyetê temsîl bikin. Lêbelê dîsa jî dikarin ku cudahiyên ku di nav alema îslamê de hene sûîstimal bikin."
Canîklî girîngiya tevgerina di nav piştevaniyê de destnîşan kir û wiha axivî: "Tekane rêya ku terorîstan ji mazeret û hincetên wan mehrûm bikin yekîtî ye. Bi heman awayî yekîtîyeke heqîqî hewce dike ku em rageşiyên siyasî, mezhebî û etnîkî çareser bikin. Li alema misilmanan a ku ji Asyaya Başûrê Rojhilat, Qafqasyayê heta herêma Kendavê diçe divê em ji nelihevkirin, dijminî û îxtilafan dûr bisekinin."
Canîklî destnîşan kir ku ev yek destê terorîstan xurt dikin û wiha axivî:
"Di nav vê hangemeyê de misilman tên kuştin, misilman êşê dikşînin. Wek misilman peywira me ye ku em vê xwîna ku dirêje bidin rawestandin. Îslam wekî dînê aştiyê wiha rêberiya me dike. Ji ber vê yekê jî divê demildest li ser rageşiyên di alema îslamê de bisekinin. Xweşbinî li herêma Kendavê û li Rojhilata Navîn di tesîskirina îstiqrarê de xwedî roleke kilîd e. Mijarên li herêma Kendavê wesiteya Konseya Hevkariya Kendavê jî di nav de divê bi awayekî herî baş ji aliyê welatên Kendavê ve li serê bisekinin. Ev rihê piştevaniya îslamî divê li her derê alema îslamê bê serdestkirin."
"Em nikarin li bendê bimînin ku kesên din li ser navê me dijî terorê têkoşîn bidin"
Wezîr Canîîklî got ku tenê serê xwe têrî nake ku li ser sedemên bingehîn ên ku terorîzmê derdixîne holê ve biçin û dijî terorîzmê divê hemû bi hev re bi awayekî çalak ber xwe bidin û got ku "Em nikarin li bendê bimînin ku kesên din li ser navê me dijî terorê têkoşîn bidin û em ji bo vê arîkariya kesên din nagerin."
Nurettîn Canîklî diyar kir kesên ku herî zêde izdirb kişandin dikarin êşa xwe bi awayekî herî baş kêm bike û wiha axivî:
"Bi vê nêrînê teşebûsa koalîsyonê jî bi xurtkirina sefên di alema misilmanan dikare piştgirî bide hewldanên me yên hevpar ên dijî terorîzmê. Di rastiyê de di danezana hevpar a bi dîroka kanûna pêşîn a 2015an de redkirina her cure terorîzmê û bi temamî têkoşîna dijî terorîzmê wek prensîba bingehîn hat dubarekirin. Mixabin ku ev prensîb bi gerdûnî nayê tetbîqkirin. Helwestên pêşdarazî û mutereddît a hin welatan a ji bo rêxistina terorê ya fethullahî mînakeke vê yekê ye. Xelet e ku têkoşîna dijî terorê bi PKK/PYD/YPGya ku rêxistineke terorê ya din e re bikin. Ev rewş dahatûya Sûriyeyê dixe bin xetereyê her wiha îstiqrar û ewlehiya herêmê jî tehdît dike. Em bi tu awayî dê misamaha nîşanê rêxistineke terorê nedin û dijî PKK/PYD/YPGyê bêdudilî her cure berigiriyên xwe bigirin. Em di vê têkoşîna xwe de ji dostên xwe bêtirs piştgiriyê dixwazin."