İbrahim Atmaca
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
ŞIRNAK
Li Kumçatiya bajaroka Şirnexê teqemeniya destçêkirî ku terorîstên PKKyî li kêleka rê çal kirin, bikontrol hatin teqandin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên cendirmeyan agahî hildan ku mensûbên PKKa rêxistina terorî li Kocagila herêma bajaroka Kumçatiyê dafika bombeya destçêkirî danîne.
Ekîban li herêmê lêkolîn kir û teqemeniya destçêkirî ku ji tûpa piçûk û 70 kîlo TNTê hatiye çêkirin û çalkirin tesbît kirin.
Teqemenî bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, bi destê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr hat îmhakirin.