26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê diyar kir ku di operasyona ji hewayê ya li ser Garaya herêma li bakurê Iraqê ya ku lê endamên rêxistina terorê dijîn hat kirin da 13 baregeh, sipartgeh û cebilxane hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê ya ku li ser malperê hat weşandin da hat destnîşankirin ku bi operasyonê ji hewayê ya li ser Garaya herêma li bakurê Iraqê ya ku lê endamên rêxistina terorê dijîn hat kirin da 13 baregeh, sipartgeh û cebilxane hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniyê, di operayona ku li Şenobaya herêma Şirnexê birin ser terorîstan da di depoyekê da teqemenî û amûrên jiyanê hatin girtin.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê cebilxaneya antîtankê ya bi navê RPG-7ê a ku di rê da wek defik hatibû danîn û tûpekê agirkujiyê yê ku jê bombe hatibû çêkirin, hatin îmhekirin.
Di nav sînorê navenda Bîngolê da di operasyonê da du baregehên terorîstan, 5 fîşengên rokêtavêjan, 5 teqemeniya destan, 20 molotof, gelek cebilxane û amûrên ku pê bombeyê çêdikin hatin girtin.
Wek mayîn li Karkamişa navçeya Gazîentabê 2 kesên endamên DAEŞa rêxistina terorê yên biyanî hatin girtin.