31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê eskerên ku di operasyona ser El Baba li bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Herekata Mertala Firatê de birîndar bûn ziyaret kir. Yildirim kulîlk da eskeran û xizmên wan û gote wan ku derbasî be û der heqê rewşa tenduristiya birîndaran de ji rayedaran agahî sitand.
Serokwezîr Yildirim dema ku ji nexweşxaneyê derket daxuyanî da rojnamevanan û got ku moralê birîndaran gelekî baş e.
Yildirim diyar kir ku hin pirsgirêkên biçûk ên eskeran hene û got ku "Yên hinekan rewşa wan ji ber şîdeta teqînê ye. Yên ku nikarin bikevin xewê hene. Hemû niha bi kelecanî dibêjin ku 'Em demildest ji vor derkevin û dîsa vegerin bal hevalên xwe û arîkariya wan bikin."
- "Ji bo ku zirar negihêje sivîlan eskerên me bi ASAyê re bi baldarî tevdigerin"
Rojnamevanekî pirsa "Di operasyona El Babê de rewşa dawî çi ye?" pirsî. Yildirim li ser vê yekê da zanîn ku bajêr ji bakur, rojhilat û rojava ve hat dorpêçkirin û heta gihaştin başûr.
Yildirim qal kir ku harekat wekî ku hat plankirin berdewam dike û wiha axivî: "Pirsgirêk û hesasiyeta me ya vir ev e: Bila sivîl zirarê nebînin. Ev DEAŞa rêxistina terorê ya namerd dema ku dikeve tengasiyê sivîlan wekî mertal bi kar tîne. Ez bawer im ku di nav bajêr nêzî 6 hezarî sivîl hene. Ji bo ku zirar negihêje van sivîlan eskerên me bi Artêşa Sûriyeya Azad re bi baldarî tevdigere. Ji ber wê jî hinek wext digire. Tu pirsgirêk tune. Hem ji asîmanan herekata nermkirinê, hem jî bi hêzên Rûsya û koalîsyonê re di nav kordînasyonê de operasyon berdewam dike."
- "Ne tenê DEAŞ li herêmê YPG û PYD jî rêxistinên terorê ne"
Yildirim li ser pirsa "Di van demên dawîn de Rûsya jî ket nav karê, bi taybetî piştî ku DYAyê li El Babê piştgiriya xwe paş ve kişand. Hûn mijarê çawa dinirxînin?" qal kir ku teror pirsgirêka hevpar e, der heqê DEAŞê de nêrîna tu welatê yê cuda tune.
Yildirim bi bîr xist ku DEAŞ rêxistineke destbixwîn e û wiha axivî:
"Dijî DEAŞê hêzên koalîsyonê jî Rûsya jî Tirkiye jî têkoşîna hewcedar didin. Ne tenê DEAŞ li herêmê YPG û PYD jî rêxistinên terorê ne. Ev rêxistinên terorê yên wisa ne ku bi PKKê re tevî hev bûne. Îro li Sûriyeyê ji bo tunekirina DEAŞê mixabin ku bi YPG û PYDya ku Amerîka bi wan re hevpar revdigere re xebatek tê kirin. Ev tişteke gelekî xelet e. Di vê mijarê de mixabin ku em vê helwesta DYAya hevkarê me yê stratejîk û ya ku em li NATOyê bi hev re ne tesdîq nakin ji ber ku em dizanin ku di têkoşîna me ya dijî terorê ya nav welêt de çekên ku terorîst bi kar tînin ji PYPD û YPGê hatine û menşeyê wan Amerîka ye. Ji ber wê em difikirin û li bendê ne ku birêvebiriya nû vê rastiyê bide ber çav û ji niha pê ve di têkoşîna dijî terorê de bi rêxistineke terorê ydost û mitefîkê wî ye re li ser vê mijarê bisekine."ê din re ne bi Tirkiyeya ku ev çendî sal in ku
- "Em dizanin ku piştgiriya lojîstîk a terorîstan ji ser Sûriyeyê tê"
Serokwezîr Bînalî Yildirim li ser pirseke der heqê gelo têkoşîna dijî PYDya rêxistina terorê di çi astê de ye wiha axivî:
"Dijî her cure bûyerên terorê yên ku dê li sînorên başûr ên welatê me çêbin wek Komara Tirkiyeyê em tevdîrên ku ji destê me tên digirin, midaxaleyê dikin. Îro di têkoşîna ku em li Başûrê Rojhilat dijî terorê didin de em dizanin ku piştgiriya lojîstîk a terorîstan ji Sûriyeyê tê. Ji ber wê ew der jî hedefa me ye. Îro nebe jî dema ku wext hat ji bo belavkirina hêlînên terorê em çawa ku di Mertala Firatê de wê operasyonê dikin, tehdît ji ku tê bila bê em ê mafê xwe yê parastina meşrû bi kar bînin û berterefkirina wê tehdîdê, parastina ewlehiya can û malê gelê me beriya her tiştê tê. Ne tenê yên Tirkiyeyê dijî terorê parastina mirovên mesûnm ên li Sûriyeyê jî ne tenê peywira me ye peywira hêzên koalîsyonê, Rûsyayê û her kesê ku dijî terorê têkoşîn dide ye. Ev peywir tê bicîanîn."