Sevim Hatun
28 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ANKARA
Wezîrê Ciwan û Werzişê Akîf Çagatay Kiliç got ku di çarçoveya têkoşîna dijî FETO da ji wezaretê 322 kes ji peywira xwe hatin dûrxistin.
"Armancên me yên 2023, 2053, 2071 hene. Emê bi hevra ber bi van armancan bimeşin, em dizanin lê divê em li hemberî wan kesan jî hişyar bin ku dixwazin fitne bixin navbera me, cudahiyê bixin nava welatiyên me. Ez bawer im ku emê di kurtedemekê da bi şêweyeke xwedan biryar, koka van li Tirkiyê biqelînin."
"FETO zêde nekariye bikeve saziyên me yên Midûriyeta Giştî ya Spor û Saziya Wargehên Krediyê û şaxên wan ên li Anadoluyê. Belkî ji ber taybetiyên xwe û belkî jî giringî nedanê û zêde bi cî nebûne. Helbet em nikarin bibêjin ku neketinê, lê me demildest tesbit kir û ji wezîfeyê dûr xist."
"Hemû dinyayê di 15ê Tîrmehê da dît ku eva hoviyan dikarin çi bikin û hewl bidin. Hûn radibin bi F16ên ku milet amenetî we kiriye va êrîşî gel, Kuliyeya Serokomariyê û saziyên din dikin. Ev çito bêaqiliye. Peyîva îxanetê li ber vê kêm dimîne. Ev ji îxanetê wêdatir e."
"Em ê di sala 2017an da kapasîteyê derxin 681 hezarî, di dawiya sala 2018an da derxin 712 hezarî û di dawiya sala 2019an da jî derxin 750 hezarî. Armanca me ew e ku em kêmasiyên di vî warî ji holê rakin."
"Di wargehên xwendekaran da me cara 4an jî xwendekaran bi cî kir. Dibistan teze dest pê dikin. Berê di nav 60 rojan da amadehî dihatin kirin. Em li gor daneyan kotrolên xwe dikin. Pêwistiya kê hebe em pêşiyê cî didin wan."
"(Der barê hêviyên ji Olîmpiyatên Rîoyê ya 2016an da) Çaxa ku em li kapasîte, potansiyel û nifûsê Tirkiyeyê mêze dikin, bi eşkere dibêjim, ya ku dihat hêvîkirin çênebû. Encama potansiyela me ev nîne."
"Em ê piştgiriyê bidin kilûbên sporê. Xebatên li ser bacê jî em bi Wezareta Darayiyê ra dikin. Em bi lez dixebitin û wexta biqede. Di destpêka vekirina Meclisê da em ê çareser bikin û di vê mijarê de alîkariyê bidin û barê yên amator jî sivik bikin."
"(Der heqê sporvanên berhevkirî da ) Em di vê mijarê da xesas in lê deriyê me vekiriye. Helbet em dixwazin ewilî piştgirî ji bo sporvanên me yên ku li welatê me hatine dinyayê, mezin bûne bê dayîn û li wan xwedî bê derketin. Lê di navberê da sporvanên navneteweyî ku dema bixwazin li ser navê Tirkiyeyê hewl bidin û xwedî wê performans û potansiyelê bin em derfetê didin wan û di vê mijarê da tu endîşeya me tuneye."