06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ANKARA
Metîn Mutanogluyê Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Giştî yê Weşana Ajansa Anadoluyê (AA): "Ji bo ku em bi Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) ra hevkariyê dikin û dixebitin kêfxweş in. Îmzekirina peymaneke wiha gelekî girîng e. Înşeallah em ê têkiliyên xwe xuttir bikin."
Di navbera AA û Teşkîlata Hevkariya Îslamê da peymana hevkariyê hat îmzekirin. Peyman li ser navê AAyê bi destê Mutanoglu û li ser navê Teşkîlata Hevkariya Îslamê jî bi destê Dîrektora Enformasyonê Maha Akeel hat îmzekirin.
Merasima îmzeyê li Maseya Edîtoran a AAyê hat kirin û ji xeynî Mutnaoglu û Akeelê Midûrê Pêşxistina Kar û Dîrektoriya Pêşxistina Kar û Bazarkirinê a AAyê Yunus Çelik, Midûrê Pakêta Nûçeyên Alema Îslamê Yavuz Selim Kurt û Rêvebira Pêşxistina Kar û Berheman Sabîna Babayeva amade bûn.
Mutanoglu di merasima îmzeyê da xeberda û wiha got: "Pakêta alema Îslamê ji bo me girîng e."
Mutanoglu diyar kir ku ajansên herî baş ên dinyayê Associated Press (AP), Reuters û Agence France-Presse (AFP) ye got ku AA dixwaze bibe marqeyeke cîhanê.
Mutanoglu da bibîrxistin ku AA, mezintirîn ajansa nûçeyan a Tirkiyeyê ye û bona çapemeniya Tirkiyeyê çavkaniya sereke ya nûçeyan e û herwiha vêga hezar û 500 aboneyên wan hene û ji xeynî tirkî bi 10 zimanî weşanê dikin.
Mutanoglu diyar kir ku ew gelekî girîngiyê didin erebî, îngilizî û boşnakî û herwiha soranî, kurmancî û farisî jî bona wan girîng e.
Mutanoglu axaftina xwe wiha domand, "Niyeta me ew e ku em di sala pêşiya me da di 6 mehên ewil ên 2017an da malayiya ku navenda wê li Cakartayê ye û spanyoliya ku navenda wê li Kolombiyayê ye bidin destpêkirin. AA mîna Reuters, AP û AFPyê potensiyelekê di xwe da dihewîne ku bibe marqeyeke dinê.
Mutanoglu destnîşan kir ku di van demên dawîn da enformasyon û çapemenî pir girîng e û herkes jî vê dibîne.
Mutanoglu bal kişand ku Tirkiye welatekî namzedê Yekîtiya Ewropayê ye û ji ber hindê xwedan nasnameya ewropî ye, ji aliyekî din va jî ji ber hêla dîrok û baweriyê, xwedan nasnameya îslamî ye û ji ber van sedeman Tirkiye di dinê da dikare bibe pireke şaristaniyê.
Mutanoglu got ku hewcadariya wan bi hev heye û wiha axivî: "Niha li dinyayê li 43 welatan buroyên me hene, lê li 80 welatan hevalên me dixebitin. Li paytextên girîng û krîtîk jî em hene. Pakêta dinyaya îslamê ji bo ku alema îslamê ji hevdu haydar bike hatiye avakirin. Hevkariya me ya bi THÎyê ji bo me kêfxweşiyeke gelek mezin e. Îmzakirina peymaneke wiha pir girîng e. Înşallah em ê têkiliyên xwe zêdetir pêşva bibin."
Mutanoglu got ew kêfxweş in ku mazuvaniya Akeelê dikin.
Akeelê jî got ku ji bo wan serfiraziyek e ku ew vê peymanê îmze dikin û anî ziman ku AA di nav ajansên dinyayê yên navdar de ye û bi 11 zimanan weşangerî jî pir girîng e.
Akeelê diyar kir ku ji 5an yekê nifûsê dinyayê misliman in û got wek THÎyê bi hemû mislimanan ra eleqedar dibin û wiha axivî: Peymana ku me bi AAyê ra çêkir ji bo me zehf girîng e. Lewra ew ê kêrî me bê em ê meseleyên der barê mislimanan da teqîb bikin."
Akeelê destnîşan kir ku di mijara îslamofîbiyê da medya roleke girîng dilîze, misliman nerind tên nîşandan û guherandina vê nêrîn û îmaja nerind rola wan e.
Akeelê diyar kir ku Lûtkeya THÎyê ew ê di meha nîsanê da li Stenbolê bê kirin, Tirkiye demeke dirêj e piştgiriyê dide THÎyê.
Midûrê Pakêta Xeberên Elema Îslamê Kurt jî diyar kir ku beriya vê li Cîdeyê bi THÎyê ra axivîne ku gelo bi Akeel û ekîba wê ra dikarin çi karî bikin. Kurt destnîşan kir ku di metnê da meseleyên hevkariya xebatan û parvekirinan da agahî hene.
Di merasimê da Mutanoglu vazoyeke çiniya Kutahyayê diyarî Akeelê kir û pirtûka ku qala hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî dike dayê.