20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim kuştina Andrey Karlovê Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê şermezar kir û got ku wê nehêlin ev êrîş zirarê bide têkîliyên Tirkiye û Rûsyayê û her du welat jî wê nekevin dafika terorê.
Serokwezîr Yildirim ji ber êrîşê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da got: "Li pêşangeha wêneyan wexta li ber kursî xeber dide rastî êrîşa çekdarî tê û mixabin tevî hemî mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Hêzên me yên ewlekariyê êrîşkar berteref kir. Ji bilî Balyoz, sê biyaniyên din ên li pêşangehê jî birîndar bûn. Tedawiya birîndaran dewam dike. Ji bo ku kiryarên vê êrîşa terorî ya namerd û piştgirên wê bên tespîtkirin û radestî edaletê bên kirin hemû hewl û xebat tên dayin."
Serokwezîr ragihand ku ji destpêka êrîşê vir va bûyerê ji nêz va dişopîne û rûdanan jî demildest bi hevpîşeyê xwe yê ûris ra parve dike.
Di daxuyaniya xwe da Serokwezîr Yildirim got ku bi vê êrîşa namerd tê xwestin ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da xerabibe lê her du welêt jî ji wê mirazên kiryaran di çavê wan da bihêlin û nahêlin ku têkîliyên dualî zirarê bibînin û wiha pê da çû: "Ev êrîşa menfûr ji bo xirabkirina têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ku dewam dikin û xurttir dibin hat kirin. Em ê nekevin defikên terorê û nehêlin zirar bigihîje têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê."