10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ENQERE
Navê Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Andrey Karlov ku di encama êrîşekî çekdarî de miribû dan kuçeya bi navê Karyagdi ku balyozxane li wir e.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Mezin a Enqerê, navê kuçeya Karyagdi ku dikeve aliyê Ayranciya Jêrîn bi biryara di Meclisa Şaredariya Mezin de bi yekdengî hat sitandin, bû Kuçeya Andrey Karlov.