Elif Orhan
02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Ataturkê lêkolîn kirin.
Erdogan bi Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Arîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş, Midûrê Ewlehiya Stenbolê Mustafa Çalişkan re hat balafirgehê.
Erdogan cihê bîranînê yê li termînala çûnê ya seferên derve ya ku lê wêneyên xebatkarên ku di êrîşa terorê de mirin heye, ziyaret kir û wir dia kir.
Erdogan pişt re çû cihê ku êrîş lê hat kirin û wir ji rayedaran agahî sitand. Serokê Lijneya Birêvebirinê yê THYyê Îlker Ayci, Sanî Şenerê Birêvebirê Payebilind (CEO) yê Balafirgehên TAVê û Hamdî Akinê Serokê Lijneya Birêvebirinê ya Balafirgehên TAVÊ jî li gel Erdogan bûn.
Erdogan demekî bi rêwiyên li balafirgehê re sohbet kir û bi hin kesan re wêne kişand û diyarî belavî zarokan kir.