17 Mijdar 2015•Rojanekirin: 17 Mijdar 2015
NEW YORK
Lêkolîneke ku li DYAyê hatiye kirin derxist holê ku vexwarina qehwê, mirina ji ber nexweşiyên dil û demaran, nexweşiya şekir û pirsgirêkên neurolojîk û xwekujî kêm dike.
Li gorî encamnameya lêkolînekê ku di gotareke American Heart Association Journalê da hatiye belavkirin, rojane vexwarina çend fîncan qehwe, mirina ji ber hinek nexweşiyan kêm dike.
Li gorî wê gotarê lêkolîneran ev tişt li ser 168 hezar jin û 40 hezar peyayî ceribandiye û 30 salan şopandine û gihane encamê ku vexwarina qehweya çi bi kafeîn çi bê kafeîn, metirsiya mirinê ji nexweşiyên dil û demaran, nexweşiya şekir û pirsgirêkên neurolojîk û xwekujî kêm dike.
Yek ji nivîskarê wê gotarê Frank Hu, ku ji profesorên Zanîngeha Harvardê ye destnîşan jî kir, "Erê me got vexwarina qehwê lê belê divê digel xwarin û vexwarineke bi pergal bê nirxandin." û wiha domand, "Heçî jinên bihemil û zarok divê di mijara vexwarina qehwê û vewarinên dinê da, baldar bin."