Elif Orhan
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
DAKAR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji aliyê Serokomarê Senegalê Macky Sall ve bi merasima fermî ve hat pêşwazîkirin.

Erdogan dema ku hat Qesra Komarê kitaya merasimê kontrol kir û pişt re destê hemtayê xwe Sall şidan û poz da rojnamevanan.
Erdogan û Sall pişt re derbasî hevdîtinên ku dê rû bi rû û nav heyetan bikin bûn.

Di merasimê de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Ahmet Eşref Fakibaba û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak û Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî di merasimê de cî girtin.