Sevim Hatun
03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
KAYSERİ
Serokwezîr Yildirim: "Yên li Qendîlê, serkirdeyên terorê bişev û biroj daxuyaniyan didin. Dibêjin 'Ku ji sandiqakan dengê erê derbikeve, wê dawiya me bê; ji ber vê yekê kampanyayên na yê birêve bibin.' Em ê wê Qendîla vemirînin, em ê qendîla wan vemirînin, ew ê bayê vî miletê agirê qendîla wan vemirîne."
Seokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di çarçoveya dengdayîna gel bo guherîna Makezagonê de beşdarî mitînga ji aliyê partiyê ve li meydana Cumhuriyetê hat lidarxistin bû û xîtabî gel kir.
Yildirim got ku piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê lazim e ev Makezagon were guheritin û wiha axivî: "Ev mesele meseleya memleket e, ev mesele meseleya man û nemana memleket e."
Yildirim bibrîxist ku Ak Partî û MHP li hev civiyan û pêşnumaya Makezagonê amade kirin û wiha dewam kir:
"Wexta me pêşnumaya Makezagonê bir pêşiya meclisê me got, heke hemiyê meclisê bibêje erê jî dîsa em ê herin cem miletê xwe. Heta îro me hêza xwe ji we sitand, we hêz da me û we çi xwest me ew çêkir."
Yildirim got: "Yên li Qendîlê, serkirdeyên terorê bişev û biroj daxuyaniyan didin. Dibêjin 'Ku ji sandiqakan dengê erê derbikeve, wê dawiya me bê; ji ber vê yekê kampanyayên na yê birêve bibin.' Em ê wê Qendîla vemirînin, em ê qendîla wan vemirînin, ew ê bayê vî miletê agirê qendîla wan vemirîne."