10 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
RIO DE JANEIRO
Tîma Basketbolê ya Jinan a A Milliyê di Lîstikên Olîmpiyata Rîo 2016an pêşbirka sêyemîn a Grûba Ayê da Japonya 76-62 têk bir. Tîma milî bi vê encamê va di grûbê pêşbirka xwe ya sêyemîn da serkeftina xwe ya ewil pêk anî.
Pêşbirk li Youth Arenayê hat lîstin û Tîma Millî ya Ayê nîvê ewil 38-23 temam kir û di nîvê duyem da 76-62yan va kuta kir.
Tîma milî di dîroka xwe da cara duyemîn e ku beşdarî lîstikên olîmpiyatê dibe û bi vê pêşbirkê va di pêşbirka sêyemîn a Grûba Ayê da serkeftina ewil bi dest xist û şansê xwe yê fînala çaryek bi dest xist.
Tîma millî di pêşbirka xwe ya grûbê ya ewil da Fransayê ew 55-39, Awutralyayê jî ew 61-56 têk biribû.
Reqîbê din Belarûs e
Tîma Basketbolê ya Jinan a A Milliyê wê pêşbirka grûba xwe ya çaremîn di 11ê tebaxê roja pêncşemê bi Belarûsê ra bike.
Pêşbirkê li Youth Arenayê were lîstin û bi saeta Tirkiyeyê wê di 18.15an da dest pê bike.