Nihat Kavşut
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
GAZÎANTEP
Komeke hunermend û werzîşvanan ji bona moralê bidin eskerên di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wezîfedar in çûn ser sînorê Kilîsê.
Harun Karacanê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê li otêlekê di daxuyaniya çapemeniyê da xeberda û diyar kir li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû "herin bajarên ser sînor û bi xelkê ra bên bal hev û moralê bidin Mehmetçikan" 15ê sibatê hatine serdana Reyhanliya navçeya Hatayê.
Karacan destnîşan kir îro jî wê bi qefleya sêyemîn ra herin ser sînorê Kilisê û got ku em ê bi hunermend û werzîşvanên navdar ra vê tûrê temam bikin.
Harun Karacan diyar kir di serdanê da wê esnaf û Mehmetçikan ziyaret bikin û got ku heta dawiya operasyonê em ê bi kesên navdar ra serdanên wiha bikin.
Di nav ziyaretvanan da lîstikvan Mehmet Çevik, Ziya Kurkut û Tayfun Savlioglu, dîrektorê teknîkî Tolunay Kafkas û hunermend Orhan Hakalmaz hene.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê lijneya ku ji fitbolîstên wekî Alî Tandogan, Ayhan Akman, Ergun Penbe, Emre Aşik, Faruk Atalay, Hasan Kabze, Îbrahim Toraman û Bulent Korkmaz û ji hunermenfên wekî Îbrahîm Saritaş, Bariş Yurtçu, Bora Yeter, Erol Koçan, Yavuz Yuksel, Halîl Soyletmez, Tahsîn Berkay Şahîn, Burak Uçman û Serdar Hakalmaz pêk dihat çûn Kilîsê.